HDP: Serdana Îmamoglu bo Amedê bêdengiya li hember siyaseta qeyûman şikand

Amed (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo ku piştgiriya 3 şaredarên HDP'ê yên ji kar dûrxistî bike, serdana Amedê kir. Îmamoglu ji Amedê bang li hikûmetê kir ku qeyûman paşde bikişîne û li hemberî vîna hilbijêran rêzdar be. Îmamoglu, danîna qeyûman weke xefletê bi nav kir. Hem HDP'yiyan û hem jî xelkê Amedê eleqeyeke mezin nîşanî serdana Îmamoglu dan.

Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo li dijî danîna qeyûman piştgiriya şaredarên HDP'yî ku ji kar hatine dûrxistin bike, serdana Amedê kir.

Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî di balafira Îmamoglu de hate Amedê. Turk ev yek weke tesadûf bi nav kir û diyar kir ku serdana Îmamoglu bihêzkirina demokrasiyê ye.

Şaredarê Mêrdînê yê jikardûrxistî, Ahmet Turk ragihand: “Wexta ku demokrasî ava nebe, berfireh nebe, bi rastî jî gelê me nikare tu jiyaneke bi rûmet bimeşîne. Ji ber vê yekê ji bo pêşeroja gelan gerek yekitiyek ji bo demokrasiyê berfireh bibe.”

Di şandeya Ekrem Îmamoglu de hin parlamenter û rêveberên navenda giştî ya CHP'ê jî amade bûn. Îmamoglu pêşî serdana CHP'a Amedê kir û piştre jî çû ser gora Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di 2015'an de bi êrîşek hatibû kuştin.

Piştî goristanê, Ekrem Îmamoglu berê xwe da şaredariya Peyasê ya di destê HDP'ê de û bi şaredarên ji kar dûrxistî, Ahmet Turk û Selçûk Mizrakli re hevdîtin kir. Îmamoglu got, danîna qeyûman xeflet e.

Îmamoglu diyar kir: “Welatê me dê bi hev re van zehmetiyan ji holê rake. Me gelek zehmetî kişandin. Di pêvajoya hilbijartinên 31'ê adarê -23'ê hezîranê de li hemberî me, li hemberî welatê me, li hemberî demokrasiyê derbeyek kirin. Lê vê derbeyê ji bo Tirkiyeyê deriyê fersendek jî vekir. Em hemû bi hev re ne. Divê em li hev bên, aştiyê pêk bînin û hev hîs bikin. Em ji komarê pir bawer in, ji demokrasiyê bawer dikin. Em ji serdestiya hiqûqê bawer dikin. Divê li vî welatî demokrasî serdest be.”

Li gorî rêveberên HDP'ê bi hatina Îmamoglu re wan astengiyeke mezin a bêdengiyê şikandiye û niha ew xwe bi tenê hîs nakin.

Hevserokê HDP'a Amedê, Zeyad Ceylan  jî da xuyakirin: “Îmamoglu peyama biratiyê û wekheviyê da. Li hemberî nasname û mesheban peyama biratiyê da. Peyama girîngiya demokrasiyê da û feraseta qeyûman jî rexne kir û got nayê qebûlkirin.”

Ne tenê HDP'î çavên xelkê Amedê jî li serdana Ekrem Îmamoglu bû.

Îmamoglu beşek ji dikandarên Sûra Amedê yek bi yek silav kir û piştgiriya xwe ya ji bo wan nîşan da. Eleqeya li hemberî Îmamoglu jî zêde bû.

Welatiyekî Amedê dibêje:Pir baş bû. Em gelek kêfxweş bûn. Îneşa dê baştir jî bibe.

Herwiha welatiyekî din tekez dike: “Ez pir baş dibînim. Li ser serê me hat li ser çavên me hat. Kêfa me pir hat.”

Di 19'ê tebaxê de bi biryara wezareta navxweyî ya Tirkiyeyê li ser 3 şaredariyên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibûn danîn û ji wê rojê ve CHP ji bo ku bandora qeyûman nehêle şande li ser şandeyê dişîne serdana HDP'iyan.