Li Sêrtê zarokê 11 salî di ava çem de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sêrtê zarokê 11 salî kete Çemê Başûr û winda bû, demekê şûnda cinazeyê wî hat dîtin.

Kurtay Çelîk ê 11 salî li Akçaliya gundê navçeya Misricê duh ligel 2 hevalên xwe kete Çemê Başûr ê 20 kîlomêtre li dûrî navenda Sêrtê û demekê şûnde bi ro de çû.

Mirovên wî pê hisiyan û haya rayedaran pê xistin li ser vê tîmên rizgarina bilez bo herêmê hatin şandin.

Di xebatên lêgerînê yên Tîmên Lêgerîn û Xilaskirina Binê Avê yên Cendirmeyên Wanê û Rêveberiya Ewlekariya Bedlîsê beşdar bûnê de 50 metre li dûrî cihê bûyerê termê Kurtay Çelîk hat dîtin.