Amed (Rûdaw) – Parêzgariya bajarê Amedê rê neda Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafê Mirovan çalakiya xwe bikin. Herwiha polîsan rê nedan Dayikên Şemiyê li bajarê Stenbolê jî çalakiyê bikin.
Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafê Mirovan a Şaxê Amedê, ku ev 498 hefte ne li Amedê çalakiyan dikin û daxwaza peydakirina berpirsên kuştin û revandina xizm û kesûkarên xwe dikin, xwestin vê hefteyê jî li Parka Koşuyolu ya navçeya Baglarê çalakiya xwe ya asayî lidar bixin.
Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak ragihand, ku Parêzgariya Amedê bi hêceta “ewlekariya civakî” rê neda ev çalakî were kirin.
Peyamnêrê me da zanîn ku parêzgariya Amedê bi vê armancê hişyarname şandine Komeleya Mafê Mirovan a Amedê.
Herwiha ji bo vê armancê jî polîsan dora Koşuyolu girtin û rê nedan xelk li wir bicive.
Li Stenbolê jî rê nedane çalakiyê
Di heftiya 701emîn de Dayikên Şemiyê bi piştgiriya siyasetmedar û çalakvanên mafên mirovan xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê bikin. Lê polîsan nehiştin çalakvan li qadê bicivin.
Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê û çalakvan li kolana Parmakapi ya Mezin çalakiyeke rûniştinê pêk anîn û gotin: “Em dizanin tawanbar kî ne lê ji ber ew nayên cezakirin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xizm û malbatên kesên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin û revandin, bi navê Dayikên Şemiyê ji 27ê Gulana 1995ê ve li li Qada Galatasaray a Stenbolê bi dirûşma "Em ji bîr nakin, efû nakin, dest jê bernadin" çalakiyan saz dikin.
Dayikên Şemiyê ev 23 sal in çalakiyla xwe berdewam dikin. Hefteya borî bi fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê polîsan destwerdana çalakiya hefteya 700emîn a Dayikên Şemiyê kiribû. Paşî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandibû ku çalakî êdî dikeve bin xizmeta rêxistinên terorê.
Herwiha duh jî Dayikên Şemiyê daxwaza hevdîtinê ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse