Hewramî: "Avakirina Kurdistaneke bihêz" dirûşma PDKê ye ji bo hilbijartinan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo hilbijartinên xula pêncem a Parlementoya Kurdistanê ragihand ku "Avakirina Kurdistaneke bihêz" dirûşma lîsteya 183 ya PDKê ya ji bo hilbijartinên roja 30ê Îlona 2018an e.

 

Serokê Lîsteya PDKê yê ji bo hilbijartinên xula pêncem a Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya facebookê belav kiriye ku dirûşma vê carê ya PDKê ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê "Avakirina Kurdistaneke bihêz" e.

 

Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) roja 25-07-2018an ji bo navên namzedên Parlementoya Kurdistanê pişk avêt, ku hejmara wan 100 endam bû û bi navê serokê lîsteyê Hêmin Hewramî ve dest pê dike û bi navê Dilêr Mihemed Kerîm bi dawî dibe.

 

Biryar e roja 30ê Îlona 2018an hilbijartinên xula pêncam a Parlementoya Kurdistanê were encamdan.