Li Şirnex û Çewligê 2 gundparêz hatine kuştin

01-09-2017
RÛDAW
Nîşan Colem3erg PKK Şirnex Çewlig
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Gerîlayên PKKê li Çewlig û Şirnexê 2 gunpar kuştin û yek jî birîndar kirin. Li Colemêrgê jî 11 otomobîl û kamyon hatin şewitandin.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, gerîlayên PKKê şevê din 31-08-2017, li Şixnexê, gundparêz, an ku cerdevanê bi navê Mehmet Paksoy li ber mala wî kuştin.

 

Herwiha duh bi şev li bajarê Çewlîgê jî gerîlayan êrîşî hêzên opoerasyonê yên artêşa Tirkiyê kirin. Di vê pevçûnê de gundparêzek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

 

Li liyekî din, baskê leşkerî yê PKKê, HPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku, li Gever, Şemzînan û Çelê yên navçeyên Colemêrgê ne, hêzên wan 11 kamyon û otomobîlên di karê avakirina qereqolan de kar dikin, şewitandin.

 

Herwiha ragihandinên PKKê dîmeneke vîdyoyî ya çalakiyekê belav kirin.

 

Li gor nûçeyê, li Besta ya Şinexê gerîlayên PKKê êrîş birine ser bargeheke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê û 6 leşker kuştine.

 

Artêşa Tirkiyê ragihand ku, wan mayineke bidest çêkirî yê gerîlayên PKKê li Dêrsimê desteser kirine û teqandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst