Nelson Mandela ji nexweşxanê derket

01-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Damezrêner û serokê berê yê Afrîqa Başûr Nelson Mandela ku nêzîkî 3 mehan bû li nexweşxanê dihat dermankirin, ji nexweşxanê derket û çû mala xwe.

Li gorî ajansên nûçeyan, serokatiya Afrîqa Başûr îro (01.09.2013) di daxuyaniyekê de ragihand, serokê berê yê Afrîqa Başûr Nelson Mandela ku temenê wî 95 sal e, îro danê sibê ji nexweşxanê derketiye û dê li mal de dermankirina wî bidome.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta niha jî rewşa tenduristiya Mandela baş nebûye û hinek caran gelekî têk diçe û hat ragihandin, li mala Mandela ya li devera Haugton li bajarê Jûhansborga paytext amûrên pijîşkî hatine bicîhkirin û ji vir û pêde dê li mala xwe de bê dermankirin.

Di beşek din a daxuyaniyê de hat ragihandin ku Mandela nêzîkî 3 mehan li nexweşxanê bû û di vê heyamê de gelek rojên zehmet derbas kir û hinek caran li ber mirinê bû û wiha hat gotin: “Lê wek di xebata azadiyê de li hember nexweşiyê jî îradeyek bihêz nîşan da”.

Nelson Rolihlahla Mandela (bilêvkirina bi kurdî Nêlsin Mandêla) (z. 18'ê tîrmehê 1918) yekemîn (ji 9'e gulanê 1994 - pûşper 1999) serokkomarê reşik ê Afrîkaya Başûr e.

Berî hingî ew ji bo bizavên siyasî û bo nehêlana rejîma Apartheid têkoşiya bû ketibû zîndanê. Ew beriya ku bibe serokkomar, rêberê Kongreya Neteweyî ya Efrîqayê (African National Congress, ANC) bû.

Wî 27 salên jiyana xwe li zîndanê bihurandine ku piraniya wê li zindana Gizirta Robên Robben Island derbazbû. Ji ber vê heyama dirêja zîndanîbûnê û bizava wî ji bo nehêlana nîjadperestiyê ew bû navdartirîn rêberê şerê dijberî Apartheidê.

Li van bîst salên bihurî wî zêdetirî sed xelatên navneteweyî wergirtine. Li sala 1992'ê wî Xelata Atatürk a Aştiyê nepejirand û got ko ew nikare di vê rewşa ku kurd li Tirkiyê tên serkutkirin de xelatekî wiha werbigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst