AMED – Dîsa bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pîranê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin.

Demên dawiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek kes tên girtin ku di dawetan de govendê digerînin an jî stranên bi Kurdî dibêjin.

Hêzên ewlehiyê “propagandaya PKKyê” dikin hincet û xelkê desteser dikin.

Îro jî li Pîranê 5 kes bi heman hincetê hatin desteserkirin.

Parêzgariya Amedê got ku hêzên wan ji bo desteserkirina 7 kesên ku li gel stranên Kurdî govend gerandiye “operasyonek” kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, 5 ji wan hatine desteserkirin û hêzên ewlehiyên yên Tirkiyeyê hewl didin her du kesên din jî bigirin.

Kesên hatin desteserkirin şandine Dozgeriya Komarê ya Amedê.

Wan 5 kesan dê piştî karên îfadewergirtinê bişînin Dadgeha Amedê.

Li hêla din, ev kiryarên Tirkiyeyê yên demên dawiyê rastî bertekên tund ên Kurdan tên.

Li ser torên civakî bi taga “#EmBernadinVêDîlanê” gelek dîmenên govendên Kurdî tên belavkirin.