Şaredariya Êlihê xwaringehên gel vedike: ‘Me sozek daye’

Êlih (Rûdaw) – Şaredariya Êlihê li navenda bajêr du xwaringehên gel vekirin.

Armanca şaredarîyê ew e ku xelk karibe xwarinan bi erzanî bixwe.

Piştî ku hilbijartinên 31ê Adarê hatin kirin Şaredariya Êlihê ji destê qeyûman derket û careke din ket destê DEM Partiyê.

Şaredariyê di çarçoveya xizmetên xwe de du xwaringehên gel vekirin û li van xwaringehan 4 cure xwarin bi 100 lîreyî ne.

Xwaringehek ji wan li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê û ya duyem jî li Taxa Ziya Gokalpê li ser Cadeya Serhedê hatiye vekirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk, Parlementera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu û revebirên bajêr yên DEM Partî, DBP û gelek kes beşdarî merasîma vekirina xwaringehê bûn.

“Me sozek daye”

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk di merasîmê de ji Rûdawê re axivî û wê got:

“Me ewil fabrîqeya xwarinê vekir, ev fabrîqe rojane dikare ji 6 hezar kesan re xwarinê çêke.

Rojê hezar kes dikare li ya ku me doh vekir rûnê û xwarina xwe bixwe, ya ku me îro vekir jî eynî wisa ye.

Lê ev projeyên me jî dê berdewam bikin çimkî me sozek daye û me gotiyê xizmetên me dê civakê û pêdivîyên civakê esas bigrin.”

Xwarinên her du loqenteyan jî li febrîqeya Belkentê tên çêkirin ku şîrketeke girêdayî Şaredarîya Êlihê ye.

Rojane zêdetirî 2 hezar kesan dikarin ji demjimêr 12ê nîvro heta 7ê êvarê li her du loqenteyan xwarinê bixwin.

“Ev destpêk e”

Mahsum Baytarê ku şêniyekî Êlihê ye wiha behsa erzaniya li van xwaringehan kir:

“Meriv îro here loqenteyeke din bi kêmanî fîyetê wê 250-300 wereqe tê stendin.

Ji ber wî yekê em dixwazin loqenteyên me zêdetir bibin. Înşelah dê zêde jî bibin. Ev destpêk e.”

“Ev der erzan e û zehfî baş e ji gel re”

Kamîle Şîmşekê behsa hejariya xelkê kir û li pey çû:

“Gel feqîr e, ev der erzan e û zehfî baş e ji gel re. Hemû karker in, rewşa wan ne baş e, kirêcî ne û tişt biha ne.

Ku belediyeya me tiştên halo veke zehfî baş e. Kêfa vî gelî hemûkî dê were.”

“Gelekî baş e ku şaredariyê tiştekî wisa vekir”

Şêniyê bi navê Alî Yildirim jî amaje pê kir ku xwaringeha şaredariyê li gorî xwaringehên din gelekî erzan e û got:

“Berê herî kêm rojane min bi 200 lîreyî xwarin dixwar lê vêga 100 lîre gelekî baş e.

Gelekî baş e ku şaredariyê tiştekî wisa vekir.”

Gulistan Sonukê anî zimên ku xebatên wan ên ji bo vekirina çend loqenteyên din didomin û dê di demen pêş de li Êlihê hejmara wan xwaringehên erzan zêde bikin da ku sûda wan bigihe xelkê.