ROJAVA - 400 şervanî perwerdeya xwe temam kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê 400 şervanî dewreya perwerdeyê qedand û tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûn.

Li gorî nûçeya ANHAyê, li Akademiya Hêzên Erka Xweparastinê dewreya 400 şervanî bi dawî bû.

Dewreyê 45 rojan dom kir û Hêzên Erka Xweparastinê ji bo 400 şervanî merasîmek li dar xist.

Şervanên nû, fermandarên hêzê, Meclîsa Leşkerî ya Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û malbatên şervanan li merasîmê hazir bûn.

Endamê Ofîsa Perwerdeyê ya Hêzên Erka Xweparastinê Hazim Idrîs di merasîmê de axivî û hewldanên şervanan pîroz kirin.

Hazim Idrîs destnîşan kir ku erka parastina herêmê ya her kesî ye û bal kişand ser girîngiya pêkanîna perspektîvên leşkerî.

Şervanan piştre merasîmeke leşkerî li dar xist û li pêşiya beşdaran sonda leşkerî xwar.