Meclîsa Kerkûkê dîsa neciviya!

2 demjimêr berê
Nîşan Meclîsa Kerkûkê Civîn Bipaşxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Civîna Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê li ser biryara Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat bipaşxistin.

Li ser daxwaza fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Xiristiyanan biryar hatibû dayîn ku Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê îro bicive.

“Mihemed Şiya Sûdanî xwest ku civîn were taloqkirin”

Endamê YNKyê yê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê Hoşyar Hîcran ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ev civîn hatiye bipaşxistin û got:

“Doh biryar hatibû dayîn ku civîn îro pêk were lê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî xwest ku civîn were bipaşxistin.

Ji ber vê yekê jî civîn îro nayê kirin."

18ê Kanûna Paşîn a 2023yan hilbijartinên herêmî yên Kerkûkê û meclîsên parêzgehên Îraqê hatin lidarxistin.

Tirkmenan 2 kursî, Ereban 6 kursî, YNKyê 5 kursî, PDKyê 2 kursî standibûn û Xirîstiyanan jî bi rêya kotayê kursiyek bi dest xistibû.

Li gorî yasayê, divabû 5ê Sibata 2024an civîna yekem a Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê bihata lidarxistin lê ji ber nakokiyên aliyan siyasî civîn hatibû bipaşxistin.

Ji ber ku meclîsa bajêr nacive û nakokiyên siyasî çareser nabin heta niha jî parêzgarê Kerkûkê nehatiye diyarkirin.

Piştî hilbijartinan bi 7 mehan, cara yekem civîna Meclîsa Kerkûkê 11ê vê mehê hatibû lidarxistin lê dîsa jî parêzgar nehatibû hilbijartin.

YNKyê piraniya kursiyên Kerkûkê bi dest xistine û ew eşkere dike ku posta parêzgariyê mafê wan e.

Li aliyê din, PDK, Ereb û Tirkmen jî eşkere dikin ku ew post mafê hemû aliyan e û ew dikarin bi awayekî demkî wê postê bidin pêkhate û aliyên li Kerkûkê.

Divê were gotin ku li Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê 16 kursî hene ku yek ji wan jî a pêkhateyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst