Li Amedê polîsên geştyariyê bi 5 zimanan xizmetê didin: Kurdî jî heye

3 demjimêr berê
Nîşan Amed Kurdî Polîsên Geştyariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê ragihand ku li bajêr polîsên geştyariyê dest bi kar kiriye û Kurdî jî di nav de dê bi 5 zimanan xizmetê bidin geştyaran.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê doh ragihand ku ji bo ewlehiya geştyarên cihî û biyanî û xizmeta rêberiyê polîsên geştyariyê dest bi kar kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, bi armanca danasîna cihên dîrokî û çandî yên bajêr 16 polîsên ku bi zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Kurdî dizanin hatine erkdarkirin.

Li seranserê Tirkiyeyê tenê li 6 parêzgehan xizmeteke bi vî awayî tê dayîn û cara yekemîn e ku li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê jî vê xizmet dest pê kiriye.

Tîmên hatine erkdarkirin dê li cihên dîrokî û çandî bixebitin ku herî zêde geştyar wan deran ziyaret dikin.

Divê were gotin ku şaredariyên DEM Partiyê li parêzgehên Amed, Mêrdîn û Êlihê li ser rêyan bi Kurdî "Pêşî Peya” û “Hêdî” dinivîsin lê ev nivîsên bi Kurdî bi biryarên parêzgaran tên jêbirin.

Ev bêtemûliya li hemberî Kurdî rastî gelek bertekan tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst