HESEKÊ – Tirkiye avê bernade, nexweşî berbelav dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, nêzîkî milyonek kesî ji ava paqij a Elokê bê behr mane.

Tirkiye û çekdarên di kontrola wê de ava Stasyona Elokê biriye û avê bernadin.

Ev yek bûye sedem ku li Hesekê û derdora wê gelek nexweşî peyda bibin.

Ji ber vê yekê jî xelk neçar dibe ava tankeran bikire ku bi piranî şêlû û nepak e û lewma jî li Hesekê û gundên wê û li kampên koçberan ên li Hesekê gelek nexweşî berbelav dibin.

“Bandor li bêhtirî milyonek kesî bûye”

Rêveberê Saziya Tenduristiyê ya Hesekê Îsa Xelef li ser mijarê wiha axivî:

“Ji ber ku ava Hesekê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê û grûpên bi ser wê ve hatiye birîn bandor li bêhtirî milyonek kesî bûye.

Edî gelek nexweşiyên wekî kulbûna nav û hinavan zêde bûne û ev nexweşî havînê berbelavtir bûne

Xelk jî ji bo bikaranîna rojane berê xwe dide çavkaniyên avê ku ne cihê baweriyê ne, ji ber wê yekê jî neweşiyên çerm belav bûne.”

Jinên Hesekê jî ji ber nebûna avê gelekî dinalin û azareke mezin ji ber vê rewşê dikişînin.

“Zarok jî nexweş dikevin”

Um Muctebaya ku şêniya Hesekê ye li ser zehmetiya rewşê got:

“Av nîne, bi tevayî hatiye birîn û em nikarin avê bi bîdon û bermîlan veguhêzin.

Ava ku digihêje me jî bi kêrî vexwarinê nayê, lewma em tûşî gelek nexweşiyan dibin.

Hemû niştecih dinalin, bi sedema ava nepak û mîkroban zarok jî nexweş dikevin.”

“Yekser zikê me diêşe û em vedireşin”

Fîdaaya ku şêniyeke Hesekê ye jî diyar kir ku ava tankeran ji bo tenduristiyê gelekî xerab e û li pey çû:

“Çêja ava tankeran a ku em vedixwin gelekî xirab e.

Dema em vedixwin yekser zikê me diêşe û em vedireşin. Ava me bi tevahî hatiye birîn.”

Girê Spî û Serê Kaniyê beriya niha ni 4 sal û 9 mehan ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên di emrê wê de hatin dagirkirin.

Ava Stasyona Elokê ji wê demê ve hatiye birîn û heta niha jî avê bernadin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî ji bo peydakirina ava vexwarinê li rê û rêbazên nû digere.