Hêzên Îranê kolberekî Kurd li Merîwanê kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat kuştin.

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku şeva borî li bajarê Merîwanê kolberekî bi navê Esed Efirence li gundê Eskolê yê li ser sînor ji aliyê hêzên îranê ve hat kuştin. 

Esed Efirence 25 salî ye, xelkê gundê Siyanavî yê Merîwanê ye, zewicî ye û zarokek wî heye.
 
Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê eşker kir ku di mehên Hezîran û Tîrmehê de 3 kolberên din yên bi navên Erkan Balwase, Eyûb Mihemedî û Kiyan Zeynî li deverên sînorî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.