AMED – 5 kesên bi hinceta govend û stranên Kurdî hatibûn desteserkirin hatin berdan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Govend Stranên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pîranê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, 5 kesên bi hinceta govend û stranên Kurdî hatibûn desteserkirin hatin berdan.

Demên dawiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek kes tên girtin ku di dawetan de govendê digerînin an jî stranên bi Kurdî dibêjin.

Hêzên ewlehiyê “propagandaya PKKyê” dikin hincet û xelkê desteser dikin.

Îro jî li navçeya Pîranê ya Amedê 5 kes bi heman hincetê hatin desteserkirin.

Herwiha ji bo desteserkirina 2 kesên din xebatên hêzên Tirkiyeyê berdwam dikin.

Kesên hatin desteserkirin şandin Dozgeriya Komarê ya Amedê.

Piştî karên îfadewergirtinê dadgehê biryar da ew 5 kes bi şertê kontrola edlî bên berdan.

Li hêla din, ev kiryarên Tirkiyeyê yên demên dawiyê rastî bertekên tund ên Kurdan tên.

Li ser torên civakî bi taga “#EmBernadinVêDîlanê” gelek dîmenên govendên Kurdî tên belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst