15 Baro: Êrişên li dijî Kurdî bêtehemûliya li hemberî hebûna Kurdan in

Hewlêr (Rûdaw) - 15 Baroyên Bakurê Kurdistanê li dijî rakirina nivîsên Kurdî yên trafîkê daxuyaniyeke hevbeş belav kir û nerazîbûn nîşan da.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê van rojên dawî bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê nivîsên Kurdî yên trafîkê tên rakirin.

Ji raya giştî ya Kurdan bertek û nerazîbûn gelekî zêde ne û li hemberî rakirina hişyariyên Kurdî çalakî û xwepêşandan tên kirin.

15 baroyan ragihand ku êrişên li dijî Kurdî nîşaneya bêtehemûliya li hemberî hebûn û çanda Kurdan in.

Baroyên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniyê de got:

“Di rojên dawî de li bajarên Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê li ser rêyên ku di berpirsiyariya şaredariyan de ne nivîsên Kurdî yên trafîkê di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de ji aliyê kesên sivîl an jî karmendên saziya rêyên bejahî ve têne jêbirin.

Lê pêş nivîsandina rêkarên trafîkê yên bi Kurdî ti rêkareke yasayî nîne. Êrişên li dijî Kurdî zererê dide aştiya civakî.

Ev nêzîkbûna nebaş, nîşaneyeke din a bêtehemûliya li dijî hebûn û zimanê bi milyonan Kurdan e.

Em wekî baroyên ku ev daxuyanî îmze kirine dixwazin ku dest ji van rêkarên ku zererê didin aştiya civakî bê berdan û derbarê kesên ku ev tişt kirine lêpirsîna dadî û îdarî bê destpêkirin.”

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Bêdlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qêrs, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê daxuyanî îmze kir.

Ji aliyê din ve Baroya Amedê ji bo rawestandina fermana Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ya rakirina nivîsên Kurdî serî li dadgehê da.