Li Bakurê Kurdistanê kuştina Heniye hat protestokirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye, li Bakurê Kurdistanê jî di nava Kurdên muhafezekar de bû sedema nerazîbûnê.

Hinek niştecihên Amedê li hewşa Mizgefta Mezin kom bûn û nimêja xiyabî ji bo cenazeyê Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye kir.

Xelkê piştî nimêjê li derveyî mizgeftê jî berdewamî da çalakiya xwe û li dijî Îsraîlê diruşm gotin.

Bi heman awayî li gelek bajarên din ên wekî Riha, Şirnex, Mêrdîn, Êlih û Çewligê jî ji bo kuştina Heniye protesto hatin lidarxistin û peyamên piştgiriya Filistînê hatin dan.

Serokê Sendîkaya Memur-Senê Ramazan Tekdemîr got:

“Îsmail Heniye dema xebera şehîdkirina 3 kur û 4 neviyên xwe wergirt, doza xwe radestî îradeyeke pola kir û êşa xwe veguhast sebrê û got, xwîna zarokên min ji xwîna xelkê Filîstînê ne hêjatir e.”

“Filîstin di berpirsiyariya hemû Misilmanan de ye”

Serokê Komeleya ONDERê Sadullah Arpa jî got:

“Mijara Filîstînê ne mijareke axê ya ji rêzê ye. Em di vir de xelet in. Ji ber ku Filîstin cihek û dozeke pîroz e.

Ji ber wê jî Filîstin di berpirsiyariya hemû Misilmanan de ye.”

Herwiha li Stenbolê jî meşeke mezin hat lidarxistin û li Enqerê qelebalixiya ku kom bû daxuyanî da.

“Ji bo welatê xwe biparêze xwe kir mertal”

Serokê Giştî yê Sendîkaya Memur Senê Alî Yalçin jî got:

“Jiyaneke bi rûmet û bi şeref jiya. Ji bo welatê xwe ji dagirkeriya siyonîst û keriyê kujeran biparêze, xwe kir mertal.

Îro miroveyetî di ezmûnekê re derbas dibe. Li hemberî kujerên siyonîst li her cihê cîhanê mirovên bi rûmet û şeref li kolanan e.”

Sendîkaya Memur Senê dê roja Şemiyê li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî nimêjê mixrub çalakiyeke hemwext saz dike.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye duh berê sibehê li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Heniye li mala ku lê dima di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.