Li Mêrdînê şer û pevçûn hene!

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Omeryanê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di nevbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûn diqewimin.

Li Herêma Omeryanê 4 gund wekî “Herêma ewlehiyê ya taybet” hatibûn ragihandin û li wan gundan operasyoneke leşkerî dest pê kiribû.

 Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), li wê derê şer û pevçûnan rû daye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di şerê li çoltera gundê Talatê de gerîlayekî canê xwe ji dest daye û gerîlayek jî birîndar bûye.

Operasyona li herêmê didome û hat gotin ku cenazeyê wî gerîlayî li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê ye.