Şerê li Sêrtê: Nasnameya 3 gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya sê gerîlayên ku li Botanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku 25ê Tîrmeha 2024an li qada Kato Xelîlayê ya Botanê 3 gerîlayan di “êrişa dijmin” canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên gerîlayên ku canê xwe ji dest daye wiha ne:

Benda Amed: Navê wê yê fermî Semra Ayverdî ye û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Destîna Botan: Navê wê yê fermî Bişeng Durmuş e ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Baran Xemlîn: Navê wî yê fermî Seyîthan Sencer e û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî daxuyaniyê, Benda Amed dema ku li Zanîngeha Dîcleyê xwendekara beşa matematîkê bû berê xwe daye nav refên gerîlayan.

HPGyê ragihand ku Destîna Botan sala 2015an tevî refên gerîlayan bûye lê li ser sala tevlîbûna Baran Xemlîn ti agahî nehatin dayîn.