TIR bi ser otomobîlê de ket: 5 kes mirin

01-08-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Silêmanî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê di qezayeke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest da.

Bûyer piştî nîvroj li ser rêya Derbendîxan-Şaxî Berananê li çerxerêya Kilke-Qastiyê qewimî.

TIRa ku ji Çiyayê Beranan dadiket, bi ser otomobîlekê de ket ku ji aliyê din ve dihat.

Di bûyerê de 5 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest da.

Rêveberiya Trafîkê ya Derbendîxanê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û 5 rêwî ji otomobîla perçiqî derxistin.

Di nav kesên ku canê xwe ji dest daye de 2 zarok jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst