Li Çewligê minibusek qulibî: 12 kes birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermeyê ya parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê minibuseke rêwiyan qulibî û di bûyerê de 12 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan li ser rêya navçeya Çermeyê û parêzgeha Erzînganê minibusa rêwiyan a ku welatiyê bi navê Huseyîn S. diajot ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de şofêrê minibusê jî di nav de 12 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birine nexweşxaneyê.