Germahî 45 pile ye: Ji bo heqê dersxaneyê bacanên sor kom dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Siwêregê ya Rihayê li quntara Çiyayê Qerejdaxê xwendekar ji bo ku heqê dersxaneya xwe di bin 45 pile germa havînê de bacanên sor berhev dikin.

Di van salên dawî de li gund û gundewarên Qerejdaxê berhemanîna bacanên sor zede bûye.

Cotkaran îsal li wê herêmê li ser 50 hezar donim erd bacanên sor çandine û serê donimê 10 ton berhem bi dest dixin.

Hakan Kiran ê xwediyê zeviya firengiyan got, “Serê donimê zêdetirî 10-12 milyar mesrefa min çêdibe, ez ji dewletê re hilberînê dikim.”

Di bin 45 pile germa havînê de neçar in ku vî karî bikin

Piraniya karkeran jin û keçikên herêmê ne û beşeke zede ji wan ciwan û xwendekar in.

Ji bo ku alîkariya malbatên xwe bikin ew neçar in di bin 45 pile germa havînê de vî karî bikin.

Karker Hediye Kunetê jî got, “Berê em diçûn Îzmir, Soke, herêma Egeyê şikur li vir jî av derket, li vir îş ji me re derket, berê ev der kevir bûn, hişk bû, tiştek tunebû.”

Medîne Ayatanê kêfxweşiya xwe ya li ser hebûna derfeta kar anî ziman û got, “Va ye hûn dibînin. Li vir ji ciwanên me re qada xebatê vebû. Înşelah ev îş dê hîn xweştir be.”

Karker Mehmet Atli jî anî ziman, “Ji bo ku zivistanê herim dersxaneyeke baş û li zanîngehê beşeke baş qezenc bikim havînan têm dişixulim.”

“Welatê nêz ji rêya dûr çêtir e”

Behrî Kiran ê ku karê berhevkirina bacanên sor dike, bi gotineke pêşiyan kêfxweşiya xwe ya li ser hebûna kar a li bajarê xwe anî ziman, “Welatê nêz ji rêya dûr çêtir e.”

Bacanên sor ên ku têne jêkirin li aliyekî din ê zeviyê li deşteke spî tên komkirin. Bi dehan karkerên jin û mêr û zarok bi kêran wan dikin du parçe û ji bo hişkkirinê li ber tava havînê radixin.

Piştre ew bacanên sor bi baldarî tên xwêkirin û bi rojan li ber tavê dimînin û dibin qax.

Xwediyê zeviya firengiyan Sedat Kiran jî diyar kir ku karê çandin û berhevkirina bacanên sor ji herêmê re bû alternatîvek û got:

“Niha ev sektora qaxê li Îzmirê bûye sektoreke mezin. Li gorî salên berê ev kar bi deh qatan pêş ve çûye.”

Ji sedî 95ê bacanên sor ên Qerejdaxê ji aliyê bazirganên ji rojavayê Tirkiyeyê ve ji cotkaran tên kirîn û piştî destkariyê ji Ewropayê re tên hinardekirin.

“Amerîka firengiyên bikukurt, Ewropa jî firengiyên xwêkirî dikire”

Bazirganê hinardekirinê Aydin Ozer li ser bazara bacanên sor anî ziman:

“Ez destpêşxerekî ji Trabzonê me. Berê min ev îş li Eregliyê û li herêma Borê dikir. Hema hemû welatên rojavayê Ewropayê van firengiyan dikirin.

Di heman demê de Amerîka jî ji bo me bazareke mezin e. Amerîka firengiyên bikukurt, Ewropa jî firengiyên xwêkirî dikire. Ev firengî bi ambalajên cûda tên hinardekirin.”

Sala 2022an li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 13 milyon ton firengî hatine berhemanîn.

Cotkar dibêjin heger dewlet vî karî teşwîq bike dê çandiniya firengiyan zêdetir bibe û dê li bazara cîhanê belav bibe.