Li Meletiyê otomobîl û kamyonet li hev qelibîn: 2 mirî û 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Meletiyê otomobîl û kamyonetek li hev qelibîn û di qezayê de 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.

Otomobîla bi plakaya 44 AEP 142 a ku Hasan Dertlî diajot û kamyoneta bi plakaya 44 AEY 093 a ku Y.E diajot li ser rêya Meletî-Qeyseriyê li hev qelibîn.

Piştî ku kesên li derûdorê agahî da Navenda Bilez a 112an, ekîbên tenduristiyê, tîmên agirkuj, cendirme û polîs çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin Hasan Dertlî û Hacer Açikgoz li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Birîndarên bi navê Y.E. û Y.K bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê.