Li Rihayê otomobîla polîsan qulibî: Polîsek mir

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Polîs Zirxpoş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karakopruyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîla zirxpoş a polîsan qulibî û di encamê de polîsek mir.

Otomobîla zirxpoş a bi şofêrtiya polîsê bi navê Ramazan Kutuk dema ji qereqola polîsan a li Taxa Karşiyaka derdiket ji rê derket û wergeriya.

Polîsên li derdorê bi hewara Kutuk ve çûn û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan.

 Akif Înan li nexweşxaneyê li gel midaxeleya pizîşkî, canê xwe ji dest da.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan piştî li gel pizîşkan hevdîtin kir derbarê bûyerê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Ji ber meseleyên teknîkî bûye yan bilez çûye ez nizanim, dê lêkolînên pêwîst bên kirin û biryar bê dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst