Li Wanê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 7 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro 1ê Tebaxê bi hineta qaçaxçitiya koçberan 7 kes hatin girtin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand, di 5 operasyonên polîsan ên di navbera 25-31ê Temûzê de bi hinceta qaçaxçitiya koçberan kirine 10 kes hatin desteserkirin.

10 kesên hatin desteserkirin piştî karên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlekariya Wanê, bo dadgehê hatin şandin.

Ji 10 kesên bo dadgehê hatin şandin 7 bi hinceta qaçaxçitiya koçberan hatin girtin û bo girtîgehê hatin şandin.