Rêveberiya AK Partiyê ya Licê îstifa kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, endamên Lijneya Rêveberiya AK Partiyê îstifa kirin. Kesên dest ji kar berdana, sedema îstifakirina xwe; weke ku Serokê AK Partiyê yê Licê Abdulhaluk Tuncay kar nake nîşan dan.

Daxwazmameya îstifayê, ji aliyê Serokê Karên Hilbijartinê Îbrahîm Demîr, Endamê Lijneya Rêveberiyê Garîp Babûr, Serokê Polîtîkayên Civakî Mahfuz Ayik, Endamê Lijneyê Rêvberiyê Yahya Şitilay, Endamê Lijneya Rêveberiyê Eşref Bugar, Serokê Yekîneya Aborî û Astengdaran Kutbî Gozen ve hat îmzekirin.

Di daxwaznameya 29ê Tîrmehê de sedemên îstifakirina wiha hatin diyarkirin:

“Serokê AK Partiyê yê Licêyê Abdulhaluk Tuncay ji roja ku hatiye wezîfedarkirin heta niha rojek xebatên hilbijartinê nekiriye. Mala wî li Amedê ye. Hefteyê carekê tê û wêneyan dikişîne û diçe Şaredariya Licê, nexweşxane, Rêveberiya Perwerdehiyê û DÎSKê û paşê vedigre. Nasnameya AK Partiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji ber vê yekê hejmarek endamên partiya me derbasî partiyên din bûn. Endamên me her tim îstifa dikin. Ji ber van kes nayê partiyê. Jina seok Hatîce jî bêyî ku haya rêxistinê hebe, bi rêvebirên saziyên cemaweriyê re hevdîtinan dike. Jixwe ew  ne girêdayî rêxistina navçeyê ye. Ev rewş gihiştine wê astê ku hem zerarê dide rêxistina me hem jî dide navçeya me. Di vê çerçoveyê de em naxwezin ku bibin perçeyeke ji wê. Ji ber vê me rêxistina xwe kom kir. Em dixwazin diyar bikin ku me îstifa kir da ku spekulasyonek zêde nebin. Ji niha de jî em dê hemû hewlên xwe bidin ji bo hemû erkên partiya me bide me pêk bînin.”