Galeriya wêneyan

01-08-2022
11 Photos

Wêne: Semîr Îdo / Rûdaw

8 sal di ser komkujiya ku DAIŞê li Şingalê li dijî Kurdên Êzidî pêk anî re, derbas bûn. Di salvegera Komkujiya Şingalê de ku weke komkujiya herî hovane ya dîroka nêz tê zanîn, êşa Êzidiyan hîn taze ye.

Li Herêma Kurdistanê ji bo salvegera qirkirina Êzidiyan çalakiyên curbecur hatin lidarxistin.

Bîranîna îsal li gundê Hemedan a Şingalê ku gora komî lê ye hat kirin. Di bîranîna li Hemedanê de kesayetên olî û merivên kesên ku di komkujiyê de canê xwe ji dest dane amade bûn.

Piştî axaftinên li vir hatin kirin, ji bo bîranîna qurbaniyan mûm hatin pêxistin û qesîdeyên olî bi Kurdî hatin xwendin.

Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî ser navçeya Şingalê ya Mûsilê ku Kurdên Êzidî lê dijîn kir û di encamê de bi sedan Kurdên Êzidî qetil kir, zêdetirî 6 hezar kes jî ku piraniya wan jin û zarok bûn revand.

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2019an de roja 3ê Tebaxê wek “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.