Li Efrînê 2 komelgehên nû yên niştecîbûnê ji bo Ereban hatin avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê projeyên avakirina komelgehên niştecîkirina ji bo Tirkmen û Erebên hawirde zêde bûne.  Rûdawê dîmenên taybet ên 2 komelgehên ku tên avakirin bidest xistine.

Dîmenên 2 komelgehên niştecîkirina Ereb û Tirkmenên hawirde li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo Rûdawê hatine kişandin. Herdu komelgehên niştecîkirinê li nêzîk gundê Qermitliq, ser bi nahiya Şiyê tên avakirin.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ku bi xwe xelkê Şiyê ye û dosyeya avakirina komelgehên niştecîkirinê bibelge dike, zanyarî di vê derbarê de dan Rûdawê.

Çalkavan Mistefa Şêxo got: “Ev du komelgeh in û ew li ser erdê xelkê hatine avakirin. Di her komelgehekê de 250 mal heta 300 malan hene.”

Derbarê heman mijarê de, Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Sûriyên ji Bo Rastî û Dadmendiyê Besam el-Ehmed, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, avakirina van komelgehan stratejiyeteke Tirkiyê ye ji bo guhertina demografyaya herêmên Kurdî.

Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Sûriyên ji Bo Rastî û Dadmendiyê Besam el-Ehmed dibêje: “Rêxistinên endezyar ji bo van gund an komelgehan, rêxistinên Tirkî ne, yan jî rêxistinên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê ne bi şêweyekî sereke. Hejmarek rêxistinên din jî hene destê wan di van projeyan de heye. Em behsa rêxistin û komeleyên Kuwêtî dikin, vê dawiyê jî Rêxistinên Qeterî hene, herwiha jî hin rêxistinên îslamî ku regeznameya wan Israîlî ye, ku Erebên 48an in."

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên agahdar li Efrînê wergirtine, plana Tirkiyê ji bo avakirina 57 komelgehan heye. Ji wan 18 komelgeh hatine biserîkirin. 10 komelgeh jî niha tên avakirin. Ji wan 3 komelgeh li nahiyeya Şiyê ne.