Beştaş: Demîrtaş ne kesekî serbixwe ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwekîla Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş derbarê gotarên vê dawiyê yên Selahatin Demîrtaş de ragihand ku “Tiştên ku Demîrtaş dibêjin em jî her tim wan dibêjin û tiştên ku em jî dibêjin ew jî tîne ziman. Demîrtaş ne kesekî serbixwe ye û ew HDPyî ye.”

Li Bakurê Kurdistanê gotûbûjên li ser hevpeymaniyan û amadekariyên hilbijartinan berdewam in. Li gel nêzîkbûna hilbijartinan jî liv û tevgera partiyên siyasî zêde bûne û Serokwekîla Fraksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş serdana Amedê kir.

Di derbarê hewlên HDPê yên ji bo hilbijartinan, hevpeymaniya wê ya li gel CHPê, gotinên vê dawiyê yên hevserokê berê yê HDPê Selahatin Demîrtaş û çend babetên din, Serokwekîla Fraksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş ji Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî re axivî.

HDP li Amedê û Stenbolê du mitîngan saz dike

Biryar e HDP di 6ê Tebaxa 2022ê de li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û di 7 Tebaxê de jî li bajarê Stenbolê yê Tirkiye 2 mîtîngên cuda  saz bikin. Ew mîtînngên HDPê bi beşdariya hevserokên wê partiyê tên kirin. Meral Daniş Beştaş derbarê mîtîngan de got, “Me ji bo mitîngan serlêdan kiriye, lê heta niha bersiva me nedane. Em di wê baweriyê de ne ku dê ti pirsgirêk dernekeve di vê mijarê de.”

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ew dixwazin bi mitîngan helwesta xwe ya li dijî şer û pêvajoya niha nîşan bidin û wiha pê de çû, “Ev xebat ne ji bo  hilbijartinan e lê ev demeke dirêj e em daxwaza hilbijartinan dikin û em dibêjin ev desthilatdar nikare pêş bikeve. Di warê civakî, siyasî û aborî de pirsgirêkên gel gelek zêde bûne aborî ev desthilatdar nikare çareser bike. Em her tim ji bo hilbijartinan amade ne.”

“HDP li ser gotinên Demîrtaş dibêje ava bûye”

Derbarê gotarên van demên dawiyê yên Selahatin Demîrtaş de jî Beştaş got, “Selahatin Demîrtaş hevserokê me yê berê ye û hevalê me ye û ti caran peywendiyên me qut nebûye û her tim hevdîtinên me ligel wî çêdibin. Em weke partî jî diçin ligel hevdîtinê dikin. Hişyariyê dide û gotinên dike, HDP ji xwe li ser wê ava bûye. Em weke HDP dibêjin divê pirsgirêka Kurd ji derveyî çekan, bi rêya diyalogê were çareserkirin. Jixwe ev tişt di deklerasyon û tuzuka (rêzname) me de hene. Di raya giştî û çapemeniyê de qaşo nakokî heye yan jî em weke em werkhev nafikirin, lê tiştekî bi vî rengî nîne. Tiştên ku Demîrtaş dibêjin em jî her tim wan dibêjin û tiştên ku em jî dibêjin ew jî tîne ziman. Demîrtaş ne kesekî serbixwe ye û ew HDPyî ye.”

“Ti têkiliyên wan ên fermî li gel CHPê nînin”

Beştaş da zanîn ku ti têkiliyên wan ên fermî li gel CHPê nînin û got, “Bi her partiyê re hevdîtinên me çêdibin bi taybetî li parlamentoyê. Em bibêjin îtifaq an jî têkiliyên bihêz hene, tiştekî wisa nîne. Bê guman tiştên ku CHP derbarê demokrasî, maf û edaletê de rast dibêje em li dijî dernakevin, lê tiştekî xelet bibêje em li hemberî wê derdikevin. Em rexneyên xwe bi zelalî ji CHPê re dibêjin. Em dibêjin ku divê hemû hêzên demokratîk li hemberî vê desthilatdariyê gotinên xwe eşkeretir bibêjin.”

“Gelê Kurd hişyar bûye”

Têkildarî serdanên partiyên din ên ji bo hilbijartinan li Bakurê Kurdistanê de jî Beştaş wiha axivî, “Mînak CHPê li bajarên Kurdistanê dest bi xebatê kiriye, dîtina her kesekî Kurd weke dengekê divê ji holê êdî rabe. Gelê Kurd daxwazên wan hene, însaniyetiyê dixwazin, nasname û zimanê xwe dixwazin. Ez ji bo CHPê tenê nabêjim, hemû partî dema hilbijartin nêzîk dibin tê dibêjin bila Kurd alîkariya me bikin, lê êdî gelê Kurd hişyar bûye.”

AKP hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçe. Gelê Kurd dijminatiya AKPê ya li hemberî xwe dibîne. Minak Pervîn Çakar hunermendeke navdar e lê îro ji ber ku wê di repertuara xwe de cih daye stranên Kurdî, Zanîngeha Artukluyê destûr ji bo konserta wê neda. Di her alî de ev desthilatdar dijminatiya Kurdan dike, lewma dengê AKPê dê kêm bibe.”

Bi gotina Serokwekîla Fraksiyona HDPê li bajarên Bakurê Kurdistanê li hemberî AK Partî û partiyên din nerazîbûneke mezin heye lê xelk derdora HDPê kom dibin û dengê wê jî her diçe zêde dibe.