Li Wanê 5 hezar lod giya şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehmûdî ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi giyayê welatiyekî ket û di encamê de 5 hezar baq (lod) giya şewitîn.

Li gundê Kavilikê yê Mehmûdiyê ji ber sedemeke nehat zanîn, agir bi giyayê cotkar Fahrettin Goral ket.

Li ser agahdarkirinê ji Wan û Mehmûdiyê tîmên agir vemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Agir di encama xebatên 5 demjimêran de ji aliyê tîmên agir vemirandinê ve hat vemirandin. Di encama agir de zerareke mesin çê bû û 5 hezar baq (lod) giya şewitîn.