Lehiyê zerar gihande çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê

01-08-2021
Ferdî Sak
Baran û lehiya duh ne tenê li Wanê lê Colemêrgê jî zerar gihande welatiyan (Grafîk: Abdulbasit Îbrahîm/Rûdaw)
Baran û lehiya duh ne tenê li Wanê lê Colemêrgê jî zerar gihande welatiyan (Grafîk: Abdulbasit Îbrahîm/Rûdaw)
Nîşan Bakurê Kurdistanê Lehî Gever Elbak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hejmareke parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û ziyaneke zêde ya maddî li pey xwe hişt.

Keçeke ku ber bi lehiyê ket, tenê bi çend kêliyan ji aliyê dayika xwe ve ji lehiyê hatiye rizgarkirin.

Dîmen li taxa Xaşkan ser bi navçeya Elbaka Wanê hatine tomar kirin. Kader Yurtseven ew keça ku ji aliyê dayika xwe ve hatiye rizgarkrin, hewl dida ajelên xwe ji lehiyê rizgar bike lê bû qurbaniya lehiyê.

Kader Yurtseven, Welatî, dibêje, “Hestekî gelekî xirab e. Hemû tiştên me çûn. Bavê min jî di girtîgehê de ye, ne li vê derê ye.”

Lehiyê duh piştî nîvro destpêkir û di encam de çend xanî, ajel û otomobîlên xelkê navçeyê li ber xwe birin.

Ev dayikeke ku li ser kavilê mala xwe dilorîne ji ber ku lehiyê xaniyê wê bi temamê ji nav biriye û bi gotina wê wêran bûye.

Parêzgarê Wanê jî ligel şandekê şevê din seredana navçeyê kir û got ew hewl didin ziyana qurbaniyên navçeyê tespît bikin û hişyarî da welatiyan.

Parêzgarê Wanê Mehmet Emin Bilmez, dibêje, “Li gor agahiyên ku me ji navenda keşûhewayê wergirtine, lehî dibe 3-4 roj din berdewam bike û me hişyarî da welatiyên xwe, hevalê me yê qeymeqam jî bila her tim hişyariyê bide welatiyan daku ajelên xwe ji qeraxên rûbar û çeman dûr bixin"

Baran û lehiya duh ne tenê li Wanê lê Colemêrgê jî zerar gihande welatiyan.

Ev jî zozanên  Direzî ye ser bi mezraya Deravê girêdayî navçeya Geverê ya wê parêzgehê.   

Xelkê vê navçeyê jî bê wext, dema bêrîvanan pezê xwe didohtin ji nişka ve lehî rabû û bi zorê xwe rizgarkirin.

Welatî Eyup Avci, dibêje, “Baranê demjimêr du destpê kir, piştre lehî rabû, berîvan hatibûn pezê xwe bidoşin, dema wan pez didoht lehî rabû, lehiyê beşek zêde ya pez ji nav bir, 4 keriyên pez li vir in û her keriyek ji 1500 pezî pêk tê, li nav gund derdora 6000 hezar ser pez hene, hejmara malên gund derdora 170-180an e û nêzîka 500 ser pez ji nav çûn.”

Lêhiya ku doh li parêzgehên Wanê û Colemêrgê rû rabû ziyanên canî negihandin welatiyan lê bû sedema ziyanek zêde ya maddî, bi awayekî li navçeya Elbaka Wanê 6 xanî bi temamî rûxiyan, zerar gehişte 30 xaniyan û herî kêm 18 ajel jî ji navçûne. Bi heman awayî li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî lehî bû sedema ziyanek zêde û herî kêm 500 pez ji nav çûn ligel zerar û ziyanên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst