‘Zerara cotkaran ji ber topbaran û şerê Tirkiye û PKKê nêzîkî 9 milyar dînar e’

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Parêzgarê Duhokê ragihand ku çendîn meh e topbarana Tirkiyê li sînorê qezayên Zaxo û Amêdiyê berdewam e û zerareke zêde gihandiye cotkarên deverê ku tê texmînkirin nêzîkî 9 milyar dînar be.

Cîgirê Parêzgarê Duhokê Macîd Seyîd Salih ji Radyoya Rûdawê re got, “Çendîn meh e topbarana Tirkiyê li sînorê qezayên Zaxo û Amêdiyê berdewam e. Eger rojane nebe, dur roj careke. Li sînorê wan herdu qezayan nêzîkî 30 hezar donim zevî şewitiye. Zerareke zêde gehiştiye cotkaran ku wek texmîn nêzîkî 9 milyar dînar e (Zêdeyî 6 milyon dolar). Nêzîkî 20 gund jî hatine valakirin ku piraniya wan li sînorê bajarokê Derkarê ne.”

Niştecihên sînorê şer jib o xwe ji metirsiyê biparêzin warên xwe bicîh hiştine û berê xwe dane deverên dûrî şer. Cîgirê Parêzgarê Duhokê dibêje, “Piraniya xelkê wan gundan diçin wan gund û komelgehan ku dûrî şer û aram in. Hikûmet, rêxistin û xêrxwazan jî hevkarî bi ser xelkê de dabeş kirine.”

Şerê navbera Tirkiye û gerîllayên PKKê bûye sedema ku zerareke zêde bigihe xizmnetguzariya wan gund û navçeyan ku şer li wan heye, bi taybetî av û elektrîk. Di vê derbarê de jî Macîd Seyîd Salih got, “Zêdetir zerar gehiştiye xizmetguzariya elektrîkê. Wek mînak gundê Hirûrê nêzîka 8 caran elektrîka wê qut bûye. Gundê Ûre çendîn car elektrîka wê qut bûye. Ji ber topbaranê çend car ava çendîn gund qut bûye. Li sînorê Derkarê û Batîfa jî zerareke zêde gehiştiye xizmetguzariyan, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê çêkirine.”

Carna dema şer tê rawestandin, beşek ji xelkê wan gundan vedigerin ser milkê xwe. Cîgirê Parêzgarê Duhokê amaje bi wê yekê da ku vegera wan kesan ne yekcarî ye, lê carna serdana gundên xwe dikin daku berê xwe bidin bax û rezên xwe, av bidin û ev jî karekî bilez e û dubare vedigerin.