Li Gever û Elbakê lehî rabû

01-08-2021
RÛDAW
Nîşan Gever Elbak Colemêrg Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke zêde lehî rabû, gundnişînên ku pezê xwe didohtin bi zorê xwe rizgar kirin, lê 500 ser pez jinav çûn û ketin ber lehiyê.

Li zozanê Gundê Dilezî ser bi mezraya Deravê ya girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê dema jinan pez didohtin ji nişka ve baraneke zêde bariya û lehî rabû. Şivan, bêrîvan û xwediyên ajelan karîn xwe rizgar bikin, lê pez ketin ber lehiyê û jinav çûn.

Muxtarê Gundê Dileziyê Îkram Mihçi daxuyaniyek da rojnamevanan û ragihand ku ji ber lehiyê derdora 500 ser pez jinav çûne. Mihçi herwiha da zanîn ku hinek jinên birîndar jî bûbûn bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Serokê Şaredariya Bajirgê Derbas Buyuksu jî diyar kir ku piştî nîvro baranê destpê kir û li hinek tax û gundan lehî rabû. Buyuksu got, li wan tax û gundan jî gelek ajel jinav çûne û herwiha zerar gehiştiye zeviyên çandiniyê û hinek axuran.

Li aliyê din li gundê Xaşkan ê ser bi navçeya Elbak a Wanê jî ji ber baana zêde lehî rabû.

Li gund ji ber lehiyê bi dehan xanî û axur zirar dîtin û gelek wesayît bi ber lehiyê ketin û he û lehiyê gelek wesayît dan ber xwe.

Herwiha ji ber lehiyê elektrîka gund jî qût bû û xelkê gund daxwaza alîkariyê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst