Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûr a Bakurê Kurdistanê, pêşkêşkirina xwarinê di helkeftên weke dawet, mewlîd û cejnan de hat qedexe kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgarê Semsûrê Mahmût Çuhadar ve hatiye belavkirin, di civîa Rêvberiya Tendirustiyê ya parêzgehê de, di çarçoveya rênmayên rêgirtina li belavbûna Coronayê hin biryarên nû hatine wergirtin.
Li gor daxuyaniyê, divê di serdanên bi boneya cejnê û şahiyên weke dawet û mewlîdan de, jibilî endamên heman malbatê, pabendbûn bi rênmaya jihevdûrbûna civakî bê cîbicîkirin.
Herwiha li gor heman daxuyaniyê, di çarçoveya rênimayên rêgirtina li belavbûna vîrusa Coronayê, pêşkêşkirina xwarinê di dawetan, mewlîdan û şahiyên weke wê jî hatiye qedexekirin.
Ev di demekê de ye ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 230,873 kes tûşî vîrusa koronayê bûne û ji wê hejmarê jî 5,691 kesan canê xwe ji dest dane û 214,535 kes jî baş bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse