Li Rojavayê Kurdistanê Kurdên Êzidî ji çarenivîsa xwe ditirsin

01-08-2020
Xalid Hisên
Hebûna Kurdên Êzidî di metirsiyê de ye
Hebûna Kurdên Êzidî di metirsiyê de ye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kurdên Êzidî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Bi sedema şer û pevçûnan û hebûna gefên hêzên tundrew, herwiha rewşa aloz li Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, hebûna Kurdên Êzidî li wê herêmê, di metirsiyeke cidî de ye û Kurdên Êzidî ji çarenivîsa xwe ditirsên.

Mecîd  Hacî koçberek kurdekî Êzidî ye, ji ber êrîşa Tirkiyê li Ser Serêkaniyê, ji tirsa kiryarên çekdaran ji gundê xwe li Tirbesipiyê derketibû û piştî ku rewş aram bû, vegeriya.Hevjîna wî xelka Efrînê ye û ew berdewam ji wê yekê ditirsin, trajîdyaya Efrînê li Cizîrê jî li ser Kurdên Êzdî dûbare bibe.

Cotkar Mecîd Hacî li gundê Tilxatûnê yê girêdayî Tirbespiyê dijî, ew di destpêka oprasyona de Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ji gundê xwe barkirbû, piştî ku rewş aram bû vegeriya, lê ew aramiya wî ya berê nemaye.

Cotkar Mecîd Havî ji Rûdawê got: “Em derketin û heya niha tirs heye,em dixwazin ku ew dewlatên mezin rê li ber wan bigire û em ji cih û warê xwe dernekevin.”

Hevjîna Mecîd, Heyat Osman ji Êziyên Efrînê ye û tiras wê ew e ku tirajîdeya kesûkarên wê wê li wir jî dubarbe bibe weke Êzidiyên Efrînê tert û belav bibin.

Heyat  Osman jî dibêje: “Êzidî dixwazin tirs û xof li ser wan rabibe weke hemû mirovan bijîn bê hemû tişt.”

Dezgeha Êzdîn ya Medyayî û Mafperweriyê ji Rûdawê da xuyakirin ku ji koma 35 hezar Kurdên Êzidî yên Efrînê tenê di navber hezar heya hezar û 500 kes li Efrînê mane û ew jî bi tirs dijîn. Li Serê Kaniyê  û herêmên wê jî yek êzîdî ji koma 60 malbatî nemaye,di demekê de ku li Efrînê 22 gundê Êzidiyên henetevahiya mezargehan hatine talankirin.

Her li gor Dezgeha Êzdîn ya Medyayî û Mafperweriyê 52 gundê Êzidiyan ên li dever deshilata Tirkiyê di tirsa oprasyonek nû de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst