Zanîngeha Dîcleyê nivîsandina teza bi Kurdî qedexe kir

01-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê nivîsandina teza bi kurdî ya ji bo derçûnê ji zanîngehê qedexe kir.

Zanîngeha Dîcleyê, bi hinceta ku tezên ji bilî bi zimanê Tirkî têne nivîsandin, divê Desteya Bilind a Xwendinê biryarê ser bide, li Beşa Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya wê zanîngehê nivîsandina teza bi Kurdî hat qedexekirin. Rêvebiriya Zanîngeha Dîcleyê ji xwendekarên xwe xwestiya ku têza xwe bi zimanê Tirkî binivîsin.

Nivîskar û akademisyenê Kurd Selîm Temo li ser hesabê xwe yê twitterê biryara nû ya Zanîngeha Dîcleyê eşkere kir û ew helwesta rêveberiya zanîngehê weke “bêhedî” pênase kir.

Selîm Temo dibêje: “Ez vê nêzîkbûna bêhed a ku 10 sal e li dijî Kurdî berdewam e eşkere dikim. Bêhediyek nû: Li beşên  Ziman û Edebiyata Kurdî nivîsandina tezan a bi kurdî hatîn qedexekirin û zimanê hemû dersan bû Tirkî. Akademiya xwemalî û millî tiştek wiha ye!”

Xwedekarên zanîngehê, nerazîbûn li hemberî helwesta rêveberiya zanîngehê nîşan dan.

Par li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdinê biryara girtina Enstîtûya Zimanên Jindewar hatibû girtin ku xwendina bilind bi zimanê Kurdî dida.

Herwiha Zanîngeha Artukluyê hejmareke akademîsyenên Kurdî ji kar avêtibû û kontenjanên xwendina bilind a Kurdî jî kêm kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst