PAK: Em kujerên Enfala Barzaniyan şermezar dikin

01-08-2020
RÛDAW
Nîşan PAK Enfalkirina Barzaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi salvegera enfalkirina Barzaniyan bibîr anî û ragihand ku ew  ew kujerên Enfala Barzaniyan şermezar dikin

PAKê bi boneya 37emîn salvegera enfalkirina Barzaniyan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya PAKê de tê gotin: “Di roja 31ê tîrmeha 1983yan de li dijî Barzanîyan Enfal hate li dar xistin. 8 hezar mêrên Barzaniyan ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji alîyê rejîma Sedam , ji herêma Barzanê hatin derxistin û birin herêma Qûştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Qûdus û Qadisîyê heps kirin.”

Di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, “Mêrên Barzaniyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawiya eziyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 37 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piraniya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawiyê hatine dîtin.”

PAK herwiha dibêje: “Em di 37emîn salvegera Enfala 8000 Barzaniyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin. Hemû qesasên Enfala Barzanîyan careke din rûreş dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst