Li Kilîsê otomobîla karkerên Sûriyeyî wergeriya: mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê, minîbûsa ku karkerên Sûriyeyî yên çandiniyê hilgirtibûn wergeriya û li gor agahiyên destpêkê 2 kesan cane xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

 

Otomobîla bi şofêrtiya koçberê Sûriyeyî Ehmed Haculî ku karkerên Sûriyeyî hilgirtibûn, li ser rêya Elbeyli-Oguzelî nêzîkê gundê Termincik wergeriya. 

 

Li gor agahiyên destpêkê di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.


Birîndar, ji aliyê tîmên tendirûstî ve bo nexweşxaneyên Kilîs û Dîlokê hatin veguhestin.