Li Kilîsê otomobîla karkerên Sûriyeyî wergeriya: mirî û birîndar hene

01-08-2019
RÛDAW
Di bûyerê de 2 kesan canê ‎xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.‎
Di bûyerê de 2 kesan canê ‎xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.‎
Nîşan Kilis Koçber Sûrî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê, minîbûsa ku karkerên Sûriyeyî yên çandiniyê hilgirtibûn wergeriya û li gor agahiyên destpêkê 2 kesan cane xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

 

Otomobîla bi şofêrtiya koçberê Sûriyeyî Ehmed Haculî ku karkerên Sûriyeyî hilgirtibûn, li ser rêya Elbeyli-Oguzelî nêzîkê gundê Termincik wergeriya. 

 

Li gor agahiyên destpêkê di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.


Birîndar, ji aliyê tîmên tendirûstî ve bo nexweşxaneyên Kilîs û Dîlokê hatin veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst