WAN - Kesên dixwazin hênik bibin diçin Sûlava Bêgiriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê welatiyên ji ber hewaya germ aciz dibin û dixwazin hênik bibin diçin sûlava li navçeya Bêgirê.

 

Ji bilî Wanê ji bajarên der û dorê jî welatî diçin Bêgirê û bêhna xwe li vir didin.


Welatî seyranê dikin, digerin û paşê vedigerin malên xwe.




Semîre Şînegu ya ji Mêrdînê çûye got ew xwezaya Sûlva Bêgiriyê pir hez dike.


Şîneguy da zanîn ku karê wê geştyarî ye û ji ber vê ew dixwaze turan bibe wir ku mirov bi malbatên xwe ve li wê derê dema xweş derbas bikin.


Gulcan Îşler a ji Tekirdagê jî got ew bûye heyrana sûlavê.