Li Almanyayê kesekî bi şûr kesek kuşt

01-08-2019
RÛDAW
Nîşan Almanya şûr êriş Stuttgart Stefan Keilbach
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê kesekî bi şûr êrîşî kesekî ku li gel ketibû niqaşê kir û ew kuşt.


Bûyerê li bajarê Stuttgart ê Almanyayê rû da. Du kes li kolaneke wî bajarî ketin nav nîqaşê û piştre ji wan kesan yekî şûrek girte destê xwe û ew kesê din da ber şûran.


Ew kesê din ê 36 salî bi derbên şûran li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.


Êrişkarê bi şûr, bi motosîkletê ji cihê bûyerê reviya. Hêzên polîs ên Almanyayê jî bo girtina wî bi otomobîl û helîkopterê ketin pey wî kesî.


Berdevkê Polîsê Stuttgartê Stefan Keilbach jî aşkere kir ku ew kesê êrişîkar hatiye girtin. Derbarê nasnameya wî kesê êrişkar de zanyariyek nehatiye belavkirin.


Herwiha dîmenên wan kêliyên ku wî kesî bi şûran êrişî kesê din dikir, ji aliyê welatiyekî ve hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst