Projeya firehkirina Çemê Dicle û Baxçeyên Hevselê hat rawestandin

Amed (Rûdaw) - Odeyên Endezyar û Avahîsazên Amedê û herwisa hîn Komele û platformên parastina jîngehê, ji bo ku projeya firehkirina Çemê Dicleyê û Baxçeyên Hevsela Amedê bidine rawestandin, name ji saziya Navdewletî UNESCO'yê re rêkirin û niha xebatên bi destê Saziya Karûbarê Avê (DSI) dihata meşandin, bi demekî hatine rawestandin.

 

Evder keviya Çemê Dîcleyê ye, niha ji bilî çend kepçe, dozer û barhilgiran makineyên Saziya Karûbarê Avê ya Dewletê  DSİ'yê kêm bûne

 

Heta çend roj berê jî bi 10 an makineyên kar di nav çem de karê firehkirinê û diristkirina dîwarên keviyê dikirin; ev proje projeya Geliyê Dicleyê ye ku bi destê Wezareta Hawirdor  û Bajarvaniyê tê meşandin

 

Li gor projeyê wê geliyê Dîcleyê û Baxçeyen Hevselê bi 21 km were paqijkirin û cihên hatine paqijkirin bi park, rigehên meşê û herwisa bi seyrangehan werine lêkirin, lê niha xebatên projeyê bi demekî hatine rawestandin; ji ber ku nerazîbûn û bertke hene.

 

Parlementerên AK Partiyê yên Amedê dibejin, ku wê ev  proje her  berdewam bikin; lê komeleyên parastina jîngehê jî  dibêjin ku  heke proje were sepandin ev tê wateya mirina xwezaya Baxçeyên Hevselê.

 

Hevserokê Platforma Parastina Baxçeyên Hevselê, Guner Yanlic ji Rûdawê re ragihand: "Hikumet dixwaze nasnameya van şûnwarên dîrokî xera bike, her derê kirin beton; armanca wan ne xweşkirina Hevselê ye, wê van deran hemû pêşkeşê karsaz û alîgirên xwe bikin, heke avasazî bikeve van deran wê bi dehan curên ajal û nebat xisar bimînin,me gelek caran hişyarî da UNESCO'yê, niha wezaret paşda gav avêt û xebatên nav hevselê rawestand."

 

Xebatên avakirina çem gihîştiye nav Baxçeyên Hevselê ku ev der cihê qada berpirsyariya UNESCOyê ye.

 

Her çend Jûrên wek Endezyar û Avahisazên Amedê, TMOOB, Komeleya Ekolojiyê  dibêjin ku nabe mîxek jî,  li vê erdê bikeve; lê Parlementerê AK Partiyê Amedê Ebûbekîr Bal dibêje ku tu gefeke UNESCO'yê li ser me nîne û wê projeya hikumeta me her berdewam bike

 

Parlementerê AK Partiyê yê bajarê Amedê, Ebûbekir Bal dibêje: "UNESCO tenê dikare pêşniyaran li me bike, xebatên me yên ku hatine meşandin heta niha xisarê nedaye tu şûnwarên dîrokî em dixwazin ku Çemê Dicleyê û Baxçeyên Hevselê xweştir bikin û wê ev xebat her berdewam bikin."

 

Weke Bal, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê, Mehdî Eker jî li projeya  Avakirina Hevsel û Geliyê Dicleyê erênî dinêre û dibêje, ku ev proje dê geştyaran li Amedê zêde bike.

 

Mehdî Eker got: " Heke ev proje bi dawî were wê bi sedhezaran geştyar werine serdana bajarê Amedê û her wisa wê ev der bibe cihê seyrangeha Amediyan."

 

Rêxistina Navdewletî ya Zanist, Çand û Perwerdehiyê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve (UNESCO) di Tîrmeha sala 2015 an di civîna xwe ya serdema 39emîn de, Peyzaja Sirûştî ya Baxçeyên Hevselê weke ji mîrateyek cîhanê pesend kiribû.