Deloitte raporta duyem li ser petrol û gaza Kurdistanê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya amerîkî ya Deloitte ya jibo hûrbîniyê, duyemîn raporta xwe ya derbarê proseya deranîn û hinardekirin û firotina petrol û gaza Herêma Kurdistanê yên di şeş mehên duyem ên sala 2017an de belav kir û têde dibêje, bo hinardekirin û bikarbirina petrolê, wan ti zanyariyeke nedirist nedîtiye.

 

Li gorî raporta kompaniya Deloitte ku îro çarşembî 1ê Tebaxa 2018 hatiye belavkirin, encûmena herêmê ya bo karêbarên petrol û gazê soz dide, ku li ser belavkirina data û zanyariyên hûrbînîkirî û piştrastkirî ji aliyê sêyem û serbixwe ve yên derbarê dahat û xeric û proseyên cuda cuda yên petrol û gaze li Herêma Kurdistanê berdewam be, bi armanca bidestxistina baweriya hevwelatiyên Herêma Kurdistanê.

 

Raporta Deloitte derbarê dahata nifta herêma kurdistanê de, ji 1ê Tîrmeha 2017ê heta 31ê Kanûna 2017ê ye, ku li gorî wê raportê di 6 mehên duyem yên sala bihorî de, 81 miliyon û 548  hezar û 972 bermîlên petrolê bi rêya  boriya nefta Herêma Kurdistanê bo derve hatine şandin .

 

Li gorî vê raportê herwiha 4 miliyon û 913 hezar û 910  bermîl jî bi  tankeran hatine şandin.

 

Her li gorî raportê, dahata petrola ku hatiye firotin di wan 6 mehan de 3 miliyar û 853 miliyon û 77 hezar û 857 dolar bûye.

 

Kompaniya Deloitte dibêje, dahata petrolê bo Herêma Kurdistanê, miliyarek û 815 miliyon û 410 hezar û 669 dolar bûye, hevdem 624 miliyon û 988 hezar û 472 dolar jî, weke heqdest  bo kompaniyên karkir li Herêma Kurdistanê hatiye dayin.