Rovî nexweşiya harbûnê berda gund

01-08-2018
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li gundê Çermeya Qersê ji ber ku roviyekî har nexweşî berda kuçik û çêlekan rayedaran, gund hildan karantînayê.

 

Mehek berê roviyekî dema nêzîk gundê Çermeyê dibe bi kuçikê welatiyê bi bavê Nusret O. gevizin. Li gor îdiayan piştî vê gevizandinê nexweşiya harbûnê ji rovî derbasî kuçik dibe. Paşê kuçikê har çêlekên Ercan O. gez dide û piştî çend rojan çêlek nexweş ketin.




Xebatkarên Midûriya Xurek, Çandinî û Ajeldariyê dema lêkolîn kirin di çêlekan de nexweşiya harbûnê tespît kirin.


2 çêlekên har ên mirine û 4 çêlekên nexweş ji aliyê rayedaran ve hatin çalkirin.


Bijîşkan malbat kontrol kirin ku ka nexweşî derbasî wan bûye an na.




Mixtarê gund Filit Ataysinlar ji rojnamevanan re got cara ewil e ew li gund rastî tiştekî wiha tên û wiha axivî: "Xebatkarên Midûriya Xurek, Çandinî û Ajeldariyê heywanên nexweş çal kirin. Min li gund bang kir ku her kes bila kuçikên xwe derzî bike. Hema meheke bûyereke wiha çêbû. Ji ajelvanan nimûneyek hildan û şandin Erziromê. Malbata ku ajelên wan har bûn jî kontrola tenduristiyê derbas bû. Gund hildan bin karantînayê."




Midûrê Xurek, Çandinî û Ajeldariyê Huseyîn Duzgun jî got li gund hemû tevdîr hatine dîtin, hemû pişîk û kuçikên gund hatine derzîkirin.


Duzgun got nexweşî ji rovî derbasî kuçik, ji kuçîk jî derbasî heywanên din bûye, ji ber vê wan gund hildaye karantînayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst