Galeriya wêneyan

01-08-2018
21 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) – Doh roja sêşemiyê 35 sal bi ser karesata enfalkirina barzaniyan re derbas bû, ku ji ber kurdbûnê ji mal û warê xwe hatin derxistin û ber bi navçeyên başûrê Iraqê ve û piştre jî bo komelgeha zordarî ya Qoştepe hatin veguhastin.

Di 31ê Tîrmeha 1983an de 8 hezar barzanî ku welatiyên sivîl bûn, ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve bi hinceta ku dê li Kerkûkê beşdarî civînekê bibin, li biyabanên Nogre Selman û Er Er û Topiz Ava bi saxî hatin binaxkirin.

Doh sêşmeiyê li Barzan bi beşdariya serok Mesûd Barzanî, hejmarek konsul û nûnerên welatan û wezîr û parlamenteran, merasîma 35mîn salvegera bîranîna qurbaniyên enfala barzaniyan birêveçû.

 

Li devera Barzanî hewl tên dan, ku monomênek jibo heşt hezar enfalkiriyên barzanî were çêkirin. Rêveberê Rêveberîtiya Şehîd û Enalkiriyên Barzanî, Rêbwar Remezan dibêje: “Ew monument dê bibe aliyekî giring ê dîrokî bo me, çimku ji niha pê ve bi şêweyekî zanistanî kelûpelên kesên enfalkirî dê têde werin parastin, û rûfatên wan jî dê bihên anîn.”