BARZAN – 34emîn salvegera enfala Barzaniyan

01-08-2017
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Barzan
Barzan
Nîşan Barzan Enfal Iraq
A+ A-

Barzan (Rûdaw) - Beriya 34 salan, di 31ê Tîrmeha 1983ê de hêzeke taybet a Garda Komarî ya Iraqê, 8 zilam û zarokên xelkê devera Barzanê girtin û li çolên başûrê Iraqê qetilkirin. Xelkê devera Barzanê, îsal jî bi merasîmekê şehîdên xwe bibîr anîn.  

 

Di destpêka sibeheke zû de, hêza Garda Komarî ya Iraqê ket nava komalgeh û kampan. Xelkê Barzanê bi zorê xistibûne van kamp û komalgehên li Diyana, Herîr, Behrikê, Goretû Qudis û Quştepeyê. Vê carê jî bi plan 8 hezar zilam, pîr û kal, xort û heta hinek zarok jî girtin û birin bajûrê Iraqê.

 

Piştî  2003ê, rufat û hestiyên 597 kesan li çend cihên cuda, di nava çolên Iraqê  de hatine dîtin û vegerandin navçeya wan.

 

Li ser Gora Jenosîdkiriyan a Barzanê, îsal jî bi amdebûna konsulên 12 welatan merasîma bîranînê birêve çû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst