KURD/SÛNNE – Vê mehê li Riyadê NEXŞERÊ

01-08-2016
RÛDAW
Nîşan Mûsil Erefat Kerem Wişyar Ebdûllah Nexşerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – “Ji bo çi Mûsil nayê rizgarkirin?” Rojane ev pirs dibe rojeva xelk û siyasetmedarên Iraqê, lê zanyarî jî dibêjin, biryara operasyona Mûsilê di destê wan fermandaran de nîne ku her roj dibêjin, “em amade ne.”

 

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Erefat Kerem îddîa dike ku hikûmeta Iraqê bi plan naxwaza niha bajarê Mûsilê bê rizgarkirin û dibêje:

 

 “Ji ber ku hikûmet dixwaza Heşda Şeebî weke perçeyekê artêşê bibe fermi û beşdarê şer bike. Herwiha hizra rêveberiya Mûsilê ya piştî şer jî dike.”

 

Erefat Kerem îddîayên xwe pêşvetir jî dibe û diyar dike ku Erebîstana Siûdî dê dawiya meha Tebaxê de li Riyadê kongreyekê mezin saz bike û di vê kongreyê de dê nexşereyek ji bo avakirina herêmek Sûnneyan bê dariştin.

 

Li gor gotinên Kerem tenê dê ew berpirsên Sûnneyan ên projeya Îranî û Şîeyan red dikin, vexwendiyê vê kongreyê bin û hinek navan jî dide:

 

 “Tariq Haşimî, Esîl û Usame Nûceyfî û ew siyasaetmedarên ku pirsgirêkên wan li gel Malîkî hebûn.”

 

Operasyona Mûsilê mijarek siyasî ye

 

Parlamenterê Tevgera Goran û Endamê Komîsyona Berevanî û Ewlekarî ya Parlamentoya Iraqê Wişyar Ebdûllah jî diyar dike ku biryara operasyona Mûsilê di destê hevpeymanan de ye û dibêje:

 

 “Divê Hêzên Hevpeymanan ji operasyonê re lampeya kesk vêxin.”

Ebdûllah di wê baweriyê de ye ku mijara operasyonê ji leşkerî zêdetir, mijareke siyasî ye. Navborî aliyekê din ê sedema derengketina operasyonê bi amadenebûna Artêşa Iraqê ve girêdide û destnîşan dike ku artêş hê jî di bin bandora ziyana mezin a destpêka şer de ye.

 

 Wişyar Ebdullah behsa çend senaryoyekî dike û dibêje ku yek jî senaryoyan, dubarekirina plana operasyona Felûceyê ye û wiha diaxive:

 

Egerek mezin heye ku di Îlona îsal de operasyon destpê bike. Ji ber ku dixwazin beriya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê vî karî bikin.  

 

Li gor nêrîna Ebdullah, piştî operasyona Mûsilê astengiya herî mezin a li hember hikûmeta Iraqê û hevpeymanan dê Kurd bin û vê pirsê dike:

 

“Piştî rizgarkirinê dê kî/kê bajêr birêve bibe? Nûceyfî yan kesên din? Yan jî Artêşa Iraqê û Heşda Şeebî?”

 

Kurd garantî dixwazin

 

Kurdan li ser wan sînoran gelek xwîn rijandin ku DAIŞê kirine sînorên şerî. Hikûmeta Iraqê çawa naxwaze ev dever ji bo Sûnneyan bibe herêmek xeyalî ya desthilata wan, Kurd jî naxwazin bêyî garantî bikevin nava vî şerî de.

 

Li gor zanyariyên gehiştine destê Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend carekê li gel serok hoz û kesayetên diyar ên neteweyên cûda yên Deşta Nînowa civiyaye û ji bo birêvebirina navçeyên wan piştgirî daye.

 

Lê tê gotin ku şertê Barzanî ew e ku “divê ev alî garantî bidin ku li ser navçeyên Kurdistanê û deverên bin kontrola pêşmergeyan de, nabin pirsgirêk.”

 

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Erefat Kerem pêşbîniya wê yekê dike ku piştî rizgarkirina Mûsilê di navbera Kurd û Erebên Sûnne de pirsgirêk derbikevin û wiha dibêje:

 

“Lê Kurdan ji niha ve ji Sûnneyan re gotine ku ev gund û navçe di bingeh de yên kurdan in, pêşmerge ji wan venakişe û dê bibin beşek ji xaka Kurdistanê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst