Li Dêrsimê li dijî baregeha leşkerî êriş

Dêrsim (Rûdaw) -  Li qezaya Xozat a bajarê Dêrsimê li dijî Baregeha Cendirmeyan a Gundê Pakirayê êrişa çekdarî pêk hat û di encama êrişê de 2 leşker û welatiyek sivîl birîndar bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Dêrsimê Serkan Ince ragihand,  îro danê sibê li qezaya Xozat a bajarê Dêrsimê li dijî Baregeha Cendirmeyan a Gundê Pakirayê êrişa çekdarî pêk hat.

 

Di encama êrişê de yek jê giran 2 leşker û welatiyek birîndar bûn.

 

Li gor agahiyan birîndar veguhestine bajarê Xarpêtê. 

 

Çekdarên ku êriş pêk anîne, heta niha ne diyar e. Di vî warî de ji aliyê saziyên fermî ve heta vê gavê ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

 

Li aliyê din hat zanîn ku sivîl ê ku birîndar bûye jî bi şert hatiye berdan. Lewma neçar e her roj biçe li wê baregeha leşkerî îmzeya xwe bide.