Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê dibêjin, zêdetirê milyonek donim erdê navçeyên Germiyan, Mexmûr, Dîbege û Guwêrê di bin metirsiya çolbûnê de ne.
Pêneseya here hêsan a ji bo diyardeya çolbûnê, kêmbûna şiyanên berhemanîna biyolojîkî yê erdî, yan jî ji bo jiyana rûwekan guhertina şertên jiyanê li ser axa berhemdar û veguherîna axekê rûtin ê bê feyde ye.
Ji ber guhertina şertên hewayê, bilindbûna asta germê, roj bi roj erdên çandiniyê ji hole radibin û dibin erdên rûtîn ên hişk û bê berhem.
Bi awayekî ev diyarde bûye pirsgirêkek cîhanî û çendîn welat ji destê ferehbûna çolistên welatê xwe dinalin.
Her sal ji bo pêşiya belavbûna çolbûnê bê girtin, çendîn konferans û civîn tên lidarxistin.
Di sala 1994ê de, Neteweyên Yekgirtî (NY) roja 17ê Tîrmehê weke roja “Tekoşîna li Hember Çolbûna Cîhanê” diyar kir.
Li gor amarên YN, niha li cîhanê zêdetirî 46 miyon çargoşe erd, ber bi çolbûnê ve diçe. Ji van 13 milyon metre çargoşe li welatên erebî de ye ku Iraq jî di nav van welatan de ye.
Sedemên çolbûnê çi ne?
Rêveberê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Nûredîn Enwer Botanî dibêje:
“Her sal rêjeyek baş ê baranê li navçeyên Kurdistanê dibare. Ji ber vê yekê jî metirsiya çolbûnê li herêmên Kurdistanê bi berawirdê herêmên Iraqê, kêmtir e. Lê tevê vê yekê jî, ji metirsiyê jî ne dûr in.”
Botanî dide zanîn ku navçeyên Germiyan, Mexmûr, Qerac, Kendînawa, Dîbege û Gûwêrê di bin metirsiya çolbûnê de ne.
Li gor amarên wezaretê jî nêzîkê milyonek û 741 hezar donim erdê van navçeyan salane kêm baranê digrin ku ji van baranan re jî dibêjin “Baranên Ne Misoger.”
Ji bilî sedemên xwezayî yên weke bilindbûna asta pileyên germê, kêmbûna rêjeya baranê, bayê tund û bayê bi toz, hindek sedemên din jî hene ku dihêlin metirsiya çolbûnê belav bibe.
Di vê mijarê de jî Botanî wiha diaxive:
“Xwedîkirina ajalan jî li van navçeyan dibe sedema çolbûnê. Ji ber ku ji aliyekê ve zeviyan rût dikin, ji aliyê din ve tovê hinek ruwek û giyayan jî ji holê radikin.”
Rêveberê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê dide xuyakirin ku ji bo pêşiya çolbûna van herêman bê girtin, divê bûdceyek taybet bê terxankirin. Herwiha projeyên pêşxistina çandiniyê û avdanê bên kirin.
Botanî destnîşan dike ku ji bo vê yekê jî wan projeyên xwe pêşkeşê wezaretên pêwendîdar kirine lê ji ber kêmbûna bûdceyê, heta niha ti karek nehatiye kirin.
Şer metirsiyê zêde dike
Rêveberê Giştî yê Plan û Şopandinê ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Enwer Omer jî diyar dike ku ji ber rêjeya kêm a baranê, navçeyên Germiyan û Mexmûrê di bin metirsiya çolbûnê de ne ku, li gor yasayên çolter a Iraqê, li cihekê kêmtirî 250 mîlîmetre baran bibare, weke herêmên çolter tên binavkirin.
Enwer Omer diyar dike ku ji bo cotkarên van herêman çandiniyê bikin, wan alîkarî dane û tov ji wan re şandine lê ji ber şer, nekarîne li van herêman çandiniyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse