Parlamentoya Kurdistanê herdu bûyer şermezar kir

01-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê li ser gundê Zergelê li quntara Çiyayê Qendîlê û kuştina sivîlan şermezar kir. Herwiha teqandina boriya Herêma Kurdistanê ya petrolê jî şermezar kir.

Parlamentoya Kurdistanê da daxuyaniya xwe de ragihand: “Mixabin şevê din, careke din balafirên şer ên Tirkiyê gundê Zergelê bombebaran kirin û di encamê wê bombebaranê de çendîn welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin.”

Herwiha parlamentoyê wiha got: “Em ti hênceteke rewa bo vê bûyerê nabînin. Em hêvîdar in li şûna çek û yundiyê, Hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê berê xwe bidin zimanê gotûbêj û pêvajoya aştiyê berdewam bikin.”

Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Ji aliyekî din ve, em teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê – Ceyhanê li navçeya Şirnexê şermezar dikin. “

Li gorî heman daxuyaniyê, “Em hêvîdar in ti alî di dema nakokiyên siyasî û leşkerî de berê xwe nede gehandina ziyanê bi riyên jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê, ji ber ku niha Başûr di nava kirîzeke aborî de ye û Bexda para wê ji budceya Iraqê naşîne, lewma bi tenê riya firotina petrolê li pêşiya wê maye da ku jiyana xelkê birêve bibe.”

Tê zanîn ku, PKKê bi fermî teqandina poriya petrola Herêma Kurdistanê li xwe girtiye.

Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Dubare em daxwaz ji PKK û Hikûmeta Tirkiyê didin ku pêvajoya atşiyê berdewam bikin û hewla jihevtêgiheştinê û çareserkirina pirsgirêkan bidin û ji çek û tundiyê dûr bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst