YPGê bersiva serokê Îtilafa Sûriyeyê da



Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva Serokê Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyeyê (Îtilaf) da û tohmetên wî yên li ser YPGê red kir.


YPGê daxuyaniya serokê Îtilafa Sûriyeyê Hadî el-Behra ,ku gotibû YPG bi hemahengiyê ligel hêzên hikûmeta Sûriyeyê taxa Xiwêran li Hesekê topbaran kiriye, red kir û got ku El-Behra bi vê daxuyaniyê dixwaze tawanên DAIŞê li hember gelê Sûriyeyê bi taybet li hember gelê Kurd veşêre ji ber ku DAIŞê piştî ku fewca Mêlebiyê kontrol kir taxên Hesekê topbaran kirin.



YPGê ragihand ku Îtilafa Sûriyeyê rûyê siyasî yê DAIŞê ye û ji fraksiyonên kurdî di Îtilafê de xwest ku helwesta xwe li hember gotinên El-Behra diyar bikin.



YPGê destnîşan kir ku êdî sebra wan "ji van gotinên neberpirsiyar" nemaye û tekez kir ku tevî hewlên dilnexwazan dê hemû pêkhateyên Hesekê biparêzin.



Berî çend rojan hêzên rêjîma Sûriyeyê ji Hesekê vekişiyabûn û pirraniya bajêr ji bilî çend taxan ketibû destê YPGê. Duh jî hinek taxên Hesekê hatin topbarankirin, YPGê rêxistina DAIŞê bi avêtina van topan tohmetbar dike.